Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karnasên Saziya Netwên Yekgirtî li derheq tepeserkirinên li Îranê nigeraniya xwe dane xuya

11:44 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî destpêkirina şerê 12 roje li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, pêla binçavkirinên xoserane bi hêceta sîxurî bo Îsraîl, li seranserê Îranê dest pêkiriye ku hejamar wan zêdetir ji hezar kesî ye.

Karnasên Saziya Netewên Yekgirtî bi belavkirina daxuyaniyekê, tevî rexnegirtin ji qewimîna şer li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, ragihandine ku rewşa piştî şer, nabe bo serkutkirina dijberan û zêdekirina tepeseriyên zêdetir bo berpirsên rêjîma Îranê bibe derfet.

Wan karnasan li daxuyaniya xwe de nigeraniya xwe li derheq bidarvekirinan, bêserûşûnkirinên bi zorê û binçavkirinên berfireh li Îranê nigeraniuya xwe dane xuya û ragihandine ku rêjîma Îranê 6 kes ku 3 ji wan Kurd in bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl bidar vekirine û sedan kes ji bikarhênerên torên civakî, rojnamevan, parêzerên mafê mirov, kesên biyanî bi taybet xelkê Efxanistanê û kêmîneyan wek Bihayî, Kurd, Belûç û Ereb bi tohmeta hevkarî an sîxurî bo Îsraîl, binaçav kirine.

Amara serast a wan girtiyan ji hezar kesî zêdetir e.