Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî piştî xweveşartinek serşorane careke din xwe da xuya

11:53 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2025

Rêberê rêjîma Îranê ku 2 roj berî êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê êdî heta vê dawiyê xwe veşartibû, li rêûresma Aşûrayê de careke din xwe da xuya.

Xweveşartina Elî Xamineyî tevî hemû îdiayên wî ku digot ez dê hertim bi kincên rezm anku şer li eniya şer bim, bi wî awayê serşorane xwe veşartibû û berwajiyê hemû rêberan li dema qeyran û şeran de li nav xelkê xwe de nebû û hemû hewla wî xweveşartin bû.

Serokên wek Viladêmîr Zêlênskî û Binyamîn Netanyaho li wan rojên ku şer li welatên wan de hebûye bi kincên serbazî û li nav xelkê xwe de bûne û dem bi dem li ragihandinande peyam bo xelkê xwe û derveyî welatên xwe şandine lê rêberê rêjîma Îranê, heta piştî bi dawîhatina şer jî, her bi veşartî ma.

Donald Trump ê Serkomarê Amerîka li heyama şer de rû bi Elî Xamineyî gotibû ku em dizanin tu li çi cihekê deyî û me zanyariyên tevav li ser te hene, lê min îzin neda ku te bikujin û min tu ji mirinek serşorane parastî.

Ji aliyê din ve berpirs û ragihandinên rêjîmê bo perdepoşkirina revîna serşoraneya Xamineyî îdia kirine ku li heyama şer de wî birêveberiya şer kiriye û parastina canê Elî Xamineyî bi hewcehiya herî giring binav kirine.