
Hejmara 497 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Daxûyaniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo mehkûmkirina pêla nû a êidaman bi tohmeta hebûna pêywendî digel Îsraîl, manşêta hejmara 497 an a Agirî ye.
Rûpela 2 – Gotara – Dr. Qasimlo, vexwendineke nû ji rêberiya Exlaqmedar di Dîroka Siyasî ya Rojhilata Navîn de, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 3 – gotara - Şiroveya hundirnasiya kesayetî ya “Dr. Qasimlo” bi tekezkirina bi ser teoriyên kesatî û rêberiyê, ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêra Bêhzad Simko.
Rûpelên 4 – gotara – Biçûk bûna jeopolîtîka Îranê û hewcehiya yekgirtina Netewî, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpelên 5 – gotara - Siyasetên şaş yên dewletên Norwêjê, piştgirê rejîma Îranê bûye, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 6 –gotara - Pêwendîyên cîwanan û sîyaseta netewî, mirov çewa dikare bi hev girê bide?, ji nivîsa Cano Amedî.
Rûpela 7 – gotara - Danîna dujminekî navxwe ji bo domandina desthilatdariyê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 – Gotara - Sûriye di navbera Îbrahîmî û Osmanîzmê de, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 9 - gotara - Tola Îsikê li difna Mûsikê vedike, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 10 – gotara - Komara Îslamî û Îsraîl: Şerekî bêveger, ji nivîsa Xelîl Mîlanî.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêreke rêberê doza azadiya gelê Kurd, Şêx Seîdê Pîran e, li jêr navê “Nîştîman, Şeref e û bi zorê naçe ber mirovên bêşeref de” ji bo bîranîna 100 mîn salvegera sêdaredana wî rêberê nemir e . Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.