Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirinên xoserane a welatiyan ji aliyê rêjîmê ve berdewame

11:43 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2025

Çendîn welatiyên din jî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê hatine binçavkirin û qedera welatiyên binçavkirî jî li girtîgehên rêjîmê her bi nerohnî mane.

Pêka raporên belavbûyî, li roja Yekşemî 8ê Pûşperê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li bajarê Merîwanê de “Ehsen Osmanî, Hemze Osmanî, Omîd Baxe, Ebdula Baxe û Ramyar Rizayî”, ên xelkê gundê “Derenaxî” ser bi bajarê Merîwanê binçav kirin

Herwisa li 7ê Pûşperê, “Seyîd Kemal Îbrahîmî” yê xelkê bajarê Nexedê û “Yûnis Tenhayî” xelkê bajarê Mihabadê, li 5ê Pûşperê “Areş Melamihemedî”, li bajarê Mihababadê û li 4ê Pûşperê, “Elîriza Xalidî” temen 22 salî xelkê gundê “Hesnawa”yê ser bi devera “Soma” ya bajarê Selmasê û Herwisa “Kêywan Aştab, Areş Melamihemedî û Yûnist Tenhayî”, xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên hov ên îtilaat rêjîmê ve hatine girtin.

Li 1ê pûşperê de jî “Hesen FelaHiyan naskirî bi Hawar Rojhilatî” li bajarê Pîranşarê, Keywan Silêmanî û Bêhrûz Şerîfiyan xelkê bajarê Bokanê û Ebdula Resûlî xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hzên ewlehî yên rêjîmê ve hatine gitin.

Piştî derbasbûna çendîn roj ji binçavkirina hovane û xoseraneya wan welatiyan, qedera wan bi nerohnî maye.

Herwisa gorî wan zaniyariyên ku digehne dest me, hêzên îtlaatî û ewlehiye rêjîmê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê de herwisa berdewamin li ser girtina xelkê û bê belge êrîşê dikne ser malan û tewtêş dikin.