
Saziya Netewên Yekgirtî ragihand ku bi sedema çona hezaran kes bo sînorê li navbera Îran û Efxanistanê, rewş awarte ye.
Piştî biryara seqet û ji nişkê ve ya rêjîma Îranê bo derxistina penaberên Efxanî ji Îranê, jiyan û tendirûstiya wan kevtiye metirsiyê û li demsala germayê, bê nan û av û derman mane û jiyana, jinan, zarokan û kesên bi temen, kevtiye metirsiyê û li sînoran de bi sedema zêdebûna rêjeya penaberan, rewş dem bi dem gelek dijwar dibe.
Çiqa UNISEF li Efxanistanê ragihand ku Efxanistan rastî qeyrana hatina bi kom a Efxaniyan hatiye ku hewce bû bi hêdî hêdî ew kar hatiba kirin lê biryara rêjîmê bo derxistina yekcarî ya penaberan rewş gelek aloz kiriye.
Herwisa UNISEF ê li Efxanistanê ragihand ku zêdetir ji %25 a wan Efxcaniyan zarok in.
Dewleta Taliban li Efxanistanê bi sedema qeyrana aborî, şiyana vergirtina vê qasa zêde ya xelkê nîne û givaşa rêjîma Îranê bo derxistina penaberan ew rewş gelek dijwartir kiriye.
Pirsgirêkên wek nebûna av, nan, hewcehiyên dermanî û nebûna destpêkîtirîn îmkanatan, bûye qeyarneke mirovî û hekî neyêne çareserkirin dê karesatên bê veger ên mirovî biqewimin.