
Geştiyarekî temen 18 salî yê xelkê Firansê ku nasnameya Almanî jî heye li dema derbabûn li Îranê, bêserûşûn bûye û egera vê heye ku rêjîma Îranê ew wek barimte girtibe.
Nûçegihaniya Firansê ragihand ku ji 22ê Cozerdana îsal ve nûgihanekî geştiyar ê temen 18 salî yê bi navê “Lênart Montêrlos” ku bi paskêl anku duçerxeya xwe dixwest derbasî welatên din ên Asiyayê bibe, li dema derbasbûn ji axa Îranê bêserûşûn bûye û pitira ragihandin û raporên belavbûyî, dane zanîn ku egera vê heye rêjîma Îranê ev bi barimte girtibe ku li hember Firansê de bi kar bîne.
Berpirsên Firansê bi xelkê xwe pêşniyar kirine ku xwe ji serdan bo axa Îranê biparêzin û egera vê heye rêjîma Îranê ku siyaseta bi barimtegirtinê li hember welatên Rojavayî bi rê ve dibe, wan bi barimte bigre.
Sala 1401 a Rojî, rêjîma Îranê bi awayê xoserane û bê ti belgeyekê, 2 mamostayên Firansewî yên bi navên “Sîsîl Koller û Jak Parîs” bi barimte girtin û tohmeta sîxurîkirinê bi wan dan.
4 rojan berî niha dewleta Firansê ragihand ku rêjîma Îranê bê belge, “tohmeta sîxurîkirin bo Mûsad, dariştina bername bo hilveşandina rêjîma Îranê û îfsad fî erz” bi wan daye û bi tekezî ew tohmetên çewt bi wan xelkê Firansê, red kir.