
Piştî derbasbûna 6 roj ji binçavkirina “Melek Ferecbeygî”, çalakvana medenî û jîngehparêza bajarê Bokanê, û herwisa derbasbûna çend roj ji binçavkirina “Sadiq Zend” ê xelkê gundê Îbrahîmava” û “Îsmaîl Sanyar”, girtiyê ber yê siyasî, xelkê bajarê Bokanê û Diyako Mîrî” xelkê bajarê Sinê, qedera wan her bi nerohnî maye.
Ew welatiyên Kurd bê belgeya yasayî û bi awayê xoseane ji aliyê hêzên îtilaaat rêjmê ve hatine binçavkirin û Îsmaîl Sanyar û Melek Ferecbêgî, li êrîşên hovane û xoseraneya hêzên îtilaata rêjîmê bo ser malên wan û şikandina derî û pencereyên wan hatine binçavkirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirina xoserane û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.