Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser 5 girtiyên şoreşa Jînayê de sepand

10:53 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2025

Ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser 5 girtiyên Kurd ên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, hate sepandin ku li jêr îşkenceyên hovane de neçar bi îtirafkirina bo zorê bûne.

Roja Duşemî 16ê Pûşperê, taya 1 a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê, sizaya bidarvekirinê bi ser 5 girtiyên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên “Rizgar Bêygzade Babamîrî, Kawe Salihî, Teyfûr Selîmî Babamîrî, Pêjman Sultanî û Elî(Soran) Qasimî” de sepand.

Ev girtiyên Kurd li pêvajoya serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibûne girtin û li girtîgehên îtilaata rêjîmê de li jêr îşkenceyên hovane de neçar bi îtirafkirina bi zorê bûne.

Rêjîmê çendîn tohmetên curbicur ên wek “bexî û miharibe, avakirina girûpan bo berjewendiya hizbên Kurdî, hevkarîkirin û sîxurîkirin bo îsraîl, veguhastina alavên starlînk, kombûn û hewldan dijî ewlehiya rêjîmê û kuştina bizanebûn”, xistine ustiyê wan 5 girtiyan.

Rêjîmê bê belgeya yasayî û li jêr îşkencekirinan de dosye bo wan welatiyên Kurd çêkirine.