
Balafir û diron li esmanê Îranê de digerin û bi taybet li çendîn bajarên Rojhiolatê Kurdistanê ên wek “Xoy, Selmas, Pîranşar û Mihabad”ê de pedafendên rêjîmê teqe li esman kirine.
Li berdewamiya kontrolkirina esmanê Îranê ji aliyê Artêşa Îsraîl ve, şeva derbasbûyî balafir û dironan li esmanê Îranê de dor lêdane û li çendîn bajarên wek Têhran û Kerec, Îsfehan, Tewrêz û û herwisa çend bajarên Rojhoilatê Kurdistanê, dengê wan hatine bihîstin û li hinek cihan jî pedafendên rêjîmê teqe li esman kirine.
Ragihandinên ser bi rêjîma Îranê careke din çavkaniya wan dengan bi ceribandina pedafendan ve girêdane û îdia kirine ku balafirên rêjîmê mijûlê manora esmanî ne ew deng ên wan manoran e.
Pêka gotina hinek çavkaniyan ku hêj nehatinhe piştrastkirin, dengê çendîn teqînên mezin li taxa Têhranpars a Têhranê û çendîn bajar û cihên dinê de hatine bihîstin.