
Li berdewamiya sepandina siza bi ser welatiyên Kurd de, roja 16ê Pûşperê, dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê” 10 heyv girtîgeh bi ser “Cewher Herkî”, welatiyê Kurd ê çiyager û çalakvanê warê zimanê Kurdî, de sepand.
Herwisa qedera “Nasir Zumurrudî” xelkê bajarê Îlamê ku heftiyek berî niha ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve li Îlamê hatibûp binçavkirin, bi nerohnî maye.
Herwisa roja Duşemî 16ê Pûşperê, “Qanê`i Xatirî”, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê ku pêştir ji aliyê taya 1 a dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê, bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê” 8 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, hate girtin û bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.
Herwisa “Emced Giryaxîz”, çalakvanê sendîkaya kedkarî û endamê “Kempêyna Ne bi Bidarvekirinê”, ku pêştir bi tuhmeta “handana bazariyan bo mangirtinê” ji aliyê dadgeha rêjîmê, 6 heyv girtîgeh û 2 sal girtîgeha ragirtî bi ser de hatibû sepandin, hate girtin û bo derbaskirina vê sizaya sepandî bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.
Herwisa piştî derbasbûna 6 rojan bi ser binçavkirina “Melek Ferecbeygî”, çalakvana medenî û jîngehparêza bajarê Bokanê, û herwisa derbasbûna çend rojan ji binçavkirina “Sadiq Zend” ê xelkê gundê Îbrahîmava” û “Îsmaîl Sanyar”, girtiyê ber yê siyasî, xelkê bajarê Bokanê û Diyako Mîrî” xelkê bajarê Sinê, qedera wan her bi nerohnî maye.