Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakîyên teblîxî bo yadê şehîdên 22 yê Pûşperê herwisa berdewamin

11:39 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2025

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li Rojhilatê Kurdistanê, wêne, trakt û posterên taybet bi 22ê Pûşperê li “rêya Mihabad-Serdeşt, dola Afan û Axasor” de bi awayekî berfireh belav kirine.

Herwisa li bajarê Pîranşarê de jî, li gundên “Qelatereş, Gezgeska Pîran, Badînawêya Pîran, Girdîmxane, rêya Girdîmxane bo Nimincê, rêya Nimincê bo Badînaweya Pîran, kolanên gundê “Kone Lacan, Zêwe û Kasûredê”yê de çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin.

Li bajarê Mihabadê de jî çalakiyên teblîxî berdewam bûne û devera “Şamat”ê de li gundên “Talaw, Hobeya Talaw, Mercanawa, Dêmensûr, Ceiferawa, Hacîhesen, Xêrawa, Tazekend, Gewcawa, Gezelên û Dêweysaxa”yê de trakt, wêne û posterên taybet bi 22ê pûşperê bi awayekî berfireh hatine belavkirin, li devera Çemê Mecîdxan de jî, li gundên Sewzê û gundên derdora vê, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çone.

Li bajarê Bokanê de jî li gundên “Kanîreş, Aşê Gulan, Xaneqa û Şerefkend”ê de çalakiyên berfireh ên teblîxî, hatine lidarxistin.

Endamên têkoşer û alkîgirên bivêr ên Hizba Dêmokrat, tevî lidarxistina wan çalakiyên berfireh, peymana emegdariya xwe digel rêbaza Şehîdan, nû kirin.