Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îznê nade Ajansa Navnetewî a Wizeya Navkî ku serdana bernama navikiya wê bike

11:45 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2025

Nûnerê rêjîma Îranê li netewên yêkbûyî de ragihand ku Ajansê çi destpêregeheştin û zêrevaniyek bi ser bernama navikî a Îranê de çinîne û em îzên nadin ku hatin û zêrevaniya Ajansê bo Îranê û cihên navikî hebe.

Seîd Îrewanî nûnerê hertimiye rêjîma Îranê li rêkxistina netevên yêkbûyî de ragihand, danûstandin li derheq bernama navikî tenê li demekê de dê bête kirin ku aliyê beranber rastî bixwaze gotûbêjê bike, neînku bo me şert û mercan dabinê, em telîm nabin û em îznê nadin ku çi aliyek û heta Ajans zêrevaniya bername û binkên navikiye me bike.

 Îrewanî herwisa ragihand karmendên ajansê niha li Îranê de ne , lê çalakiya wan hatiye sekinandin û nikarin serdana çi yêk ji binkên navikî bikin.

Rêjîma Îranê wê dawiyê Rafuêl Grosî serokê Ajansa Navnetewî a vizeya navikî bi sîxurê mûsadê hesibandibû û heta Rojnama Kêyhan a nêzîk deftera Elî Xamineyî daxwaz kiribû ku dibe Grosî bête bidarvekirin