
Ew çekdarên ku ji xelkê dixwaza alîkariyên malî dikin Pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê nîne
Pêka rapora gehîştî bi odeya nûçeyan a navenda ragehandina (PDKÎ), komek kesên çekdar demek dirêj e ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de mijûlî azardana welatiyan in.
Pêka zanyariyan, komek kesên çekdarên li jêr navê Pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li gundên devera Bokanê azar û ezyeta xelkê dikin û li welatiyan daxwaza alîkariyên malî dikin.
Herwisa li gundên ser bi bajarê Dîwanderê jî çend çekdar bi navê Pêşmergeyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê daxwaza alîkariyên malî ji welatiyan kirine.
Di vê derheqê de, Navenda Hêza Pêşmergên Kurdistanê ragihandiye: Em xelkê gundên devera Bokan û Dîwanderê agehdar dikin ku ev kesên çekdar Pêşmergên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê nînin.