Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate kuştin

10:27 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2025

Hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê li bilindahiyên sînorî yên bajarê Banê, bi awayê rasterast teqe li kolberekî temen 23 salî kirin û ew kuştin.

Pêka rapora Hengawê, hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê li sînorê “Şabedîn” li bilindahiyên ser sinûriye bajarê Banê de bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li kolberekeî temen 23 salî yê bi navê “Xalid Mihemedî” xelkê bajarê Banê kirin ku li encamê de ew kolber hatiye kuştin.

Pêka vê raporê, hêzên hov teqe li sing û dilê wî kolberê ciwan kirine.

Hatiye ragihandin ku termê wî kolberî heta demjimrên êwara roja Sêşemî 17ê Pûşperê jî, li nexweşxaneyê de hatibû ragirtin û radestî malbata wî nekiribûn.