Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Birîtaniyayê ragihand ku gefên rêjîma Îranê berdewam in

10:34 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2025

Komîteya Zanyarî û Ewlehî ya Parlemana Birîtaniyayê daye zanîn ku rêjîma Îranê bi berdewamî li hewla terorkirina dijberên xwe li Birîtaniyayê de ye.

Komîteya Zanyarî û Ewlehî ya Parlemana Birîtaniyayê bi belavkirina raporekê ku ji aliyê Serokwezîêrê Birîtaniyayê ve hatiye wajokirin, daye zanîn ku rêjîma Îranê digel Çin û Rûsiyê, mezintirîn gefa hikûmî bi ser Birîtanjiyayê ne.

Li vê raporê de tekezî bi ser rola spaha pasadaran a terorîst hatiye kirin û hatiye ragihandin ku rêjîma Îranê bi êrîşên saybêrî li dijî şirket û kompaniyên Birîtaniyayî ixsareke berçav gihandiye wan û bo cîbicîkirina pilanên xwe, taqim û çeteyên tawankar bi kar tîne.

Li vê raporê de bi micidî huşdarî hatiye dan ku rêjîma Îranê bi berdewamî li hewla terorkirina dijberên xwe li Birîtaniyayê de ye.

Kesên agehdar li ser naveroka vê raporê li ser vê bawerê ne ku ev belgeye dibe huşdarîdaneke gelek micid li derheq gefên berdewam ên rêjîma Îranê û şiyana rêjîmê bi Wezîrirên Birîtaniyayê bo cîbicîkirina wan pîlanan be.