
Li devedevê 22ê Pûşperê salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyenê li sala 1368 a Rojî, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat çalakiyên berfireh ên teblîxî li Kurdistanê lidar dixin.
Li berdewamiya çalakiyên berfireh ên teblîxî li gund û bajarên Rojhilarê Kurdistanê, endamên têkoşer û alîgirên bivêr ên Hizba Dêmokrat, li wan cihan de çalakiyên teblîxî lidar xistine:
Rêya kemerbendiya Darlek û Sêrêyana Qiciyawa, gundê Sulxeya Menguratî, rêya Serdeşt û gêrdûka Cewalereşan, meydana Hesenzade, Eshabe, Menbei, sêrêyana Qebran li bajarê Mihabadê.
Li bajarê Bokanê de jî li gundên “Serbaxçe, Baxçeya mezin, Qadirawaya Menguran, Paşbulax, Terexe, Çardîwar, Nobar, Zenbîl, Qarawaya Xwarê, Şîlanawê, Bogebesî û Koke”.
Li bajarê Kamêranê jî amadekariyên zêdetir bo berdewamkirina belavkirina trakt û wêneyên taybet bi 22ê Pûperê hatine kirin.
Li bajarê Seqizê de jî li gundên Axkend, Merxoz, Konelan, Qişlaxî Wenewşe, Kuwêre Guwêz, Bobektan, Tayerboxe û Qareman” ê de çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.
Herwisa li bedewamiya wan çalakiyan de li bajarê Pîranşarê, li gundên “Gede, Hengewê, bastanbeg, Bêkos, Kewper, Kelekîn û Bindirê de jî çalakî hatine lidarxistin.
Li devera Çemê Mecidxan li bajaroka Serçinarê de jî çalakî bi rê ve çone.
Endamên têkoşer û alîgirên biwêr ên Hizba Dêmokrat, tevî lidarxistina wan çalakiyan, peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin û herwisa amadeyîya xwe bo cîbicîkirina her erkek Hizbî li her rewşekê, ragihandin.