Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li hewla bidestveanîna dem bo berhemanîna çeka navkî ye

11:48 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2025

Wezîrê Derve yê rêjîmê îdia dike ku bi ti awayek dest ji meyandina Uraniyomê bernadin û ji aliyê din ve îdia dike deriyê danûstandinan nadayêxin, li halekê de ku ew bo Amerîka hêla sor e.

Durûkiya rêjîma Îranê li derheq mijara danûstandin li halekê de ye ku kesên nêzî Elî Xamineyî ên wek berpirsê rojnameya Kêyhan, Husên Şerîetmedarî, xwazyarên danûstandinê bi îxanetkar û nezan binav dikin.

Tevî ku Amerîkayê ragihandiye bi ti awayekê nabe rêjîma Îranê bernameya meyandina Uraniyomê hebe, lê pêdegiriya rêjîmê li ser mijara meyandina Uraniyom û daxwazî bo berdewambûna danûstandinan careke din dide xuya ku rêjêma Îranê li pey bidestveanîna dema hewce bo berhemanîna çeka navkî ye, lê ditirse ku careke din bikeve ber êrîşa Amerîka û Îsraîlê.

Li vê derheqê de Ebas Îraqçî yê wezîrê derve yê rêjîmê ragihandiye ku heta Amerîka garantiyê nede ku dubare êrîşê neke ser me, em nikarin dest bi danûstandinan bikin.