
Ji bo raya giştî ya cîhanê
Piştî şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê û ragihandina agirbestê, pêlek nû û berfireh ya tepeserkirinê ji riya girtin, bidûkeftin, îdaman li Kurdistan û deverên din ên Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve dest pê kiriye. Dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ji riya tometên nerewa, çêkirina dosyeyên sexte û darizandina girtiyên siyasî, û herweha bi nirxandina yasaya sîxuriyê li parleman û dezgeha dadweriya rejîmê, rewşek metirsîdar ji bo girtiyên siyasî û rexnegirên hikûmetê afirandine. Li gorî raporan, hejmara destbiserkiriyan heta niha ji Hezar kesan derbas bûye û rêjeya darvekirina girtiyên siyasî zêde û berdewam dike.
Çend roj berî niha bû ku Îdrîs Alî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed, sê kolberên Kurd ku bi tometa hevkariya bi Îsraîlê re hatibûn tometbarkirin, hatin darvekirin û niha jiyana çend girtiyên din ên Kurd ji Bokanê ku sê salan berî niha li şoreşa Jîna’yê de hatibûn girtin û cezayê îdamê bi ser wan de hatiye sepandin, li metirsiyê de ye.
Komara Îslamî ya Îranê her gava di şerekî derekî yan pirsekî navdewletî de tûşî şikestê hatibe, tola xwe ji tevgera mafxwaziya xelkê di hundurê welêt de standiye û niha jî dixwaze tola torandina xwe di şerê Îsraîlê de ji civaka sivîl, tevgera mafxwaziya gelên Îranê û girtiyên bêberevan bistîne. Bê guman, eger Komara Îslamî hest bi givaş û bertekên bihêz ên navxweyî û derekî neke, dûr nine trajediya komkujiya girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de dubare bibe, wekî ewa ku di sala 1988an de piştî pejrandina agirbesta digel Iraqê piştî 8 salan şerê bêencam, bi hezaran girtiyên siyasî di welat de kuştin.
Em tevî nîşandana nîgeraniyên xwe li dor ew metirsiyên ku gefê li çalakvanên siyasî û sivîl, bi taybetî jiyana girtiyên siyasî dike, daxwaz ji:
- Birêz ‘’May Sato’’ rêportera taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî li Îranê
- Navendên navneteweyî ên Berevnakar ên mafên mirovan
- Hemû xelkê azadîxwaz ên cîhanê, Dikin ku bi her awayî ku dikarin dengê xwe li dijî vê siyaseta nemirovane bilind bikin û rê nedin ku Komara Îslamî bê tirs û xem bikeve canê wan xebatkarên ku ji bilî mafxwazî, azadîxwazî, û xebat ji bo başkirina rewşa jiyana xwe û mafên siyasî, sivîl û neteweyî ên xwe ti gunehek nebûne.
Em bang li part û rêxistinên siyasî yên Îranê, saziyan, Îraniyên azadîxwaz û Kurdên diyasporayê dikin ku bi hevdengî, çalakî û aksiyon û civînên xwe, dengê nerazîbûn û bêzariya xwe li dijî vê siyaseta tepeserkar bilind bikin. Bêguman hesta hevsozî û piştgiriya ji bo girtiyên siyasî di nav civatên xelkê Îranê de pir bihêz û xurt e û ev nerazîbûna giştî û tevalî a cîhanî dê ji bo hereket û tevgerek seranserî û Kurdistanî li pêşerojê de xweş û geş bike.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê- PJAK
Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Komeleya Şoreşger a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
Sazmana Xebat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkeşên Kurdistanê
Komele- Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Kumonîst a Îranê
9ê Tîrmeha 2025’an a Zayînî