Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekê Kurd li girtîgeha navendî ya rêjîm li bajarê Kerecê de hate bidarvekirin

11:13 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2025

Girtiyekî xelkê bajarê Helîlanê ser bi parêzgeha Îlamê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê û girtiyekî dinê jî li ber çavê xelkê li bajarê Miyandavê, hatine bidarvekirin.

Pêka rapora “HRANA”yê, li sibêdeha roja Çarşemî 18ê Pûşperê, girtiyekî Kurd ê bi navê “Emîn Şukrîpûr” temen 42 salî, xelkê devera “Zerdelan”ê ser bi bajarê “Helîlan” li parêzgeha Îlamê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Kerecê de hatiye bidarvekirin. 

Ew welatiyê Kurd 6 salan berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû binçavkirin û li dadgeha inqilab a rêjîmê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Herwisa li vê rojê de welatiyekî xelkê bajarê Miyandavê ku bi tohmeta kuştina bizanebûn a 4 kesan sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li ber çavê xelkê medenî yê devera “Barûq” a bajarê Miyandavê, hatiye bidarvekirin.