
Ebdulla Ocalan, rêberê zîndanîkirî yê Partiya Kedkarên Kurdistanê(PKK), roja Çarşemî 18ê Pûşperê, bi belavkirina girte vîdyoyekê, bi fermî dawîhatina şerê çekdariya vê partiyê bi dijî hikûmeta Tirkiyê, ragihand û daxwaza derbasbûn bi siyaseta demokratîk kir.
Li vê girtevîdyoyê de ku li heyva June de hatiye tomarkirin û nûçegihaniya Firat a ser bi PKK belav kiriye, Ebdullah Ocalan daxwaz ji parlemana Tirkiyê kiriye ku komîsiyonekê bo serperestîkirina çekdanîn û birêvebirina proseya aşitî, ava bike.
Navbirî gotiye: “Qonaxa xebata çekdarî bi dawî hatiye, ew şikest nîne, belku destkevtek dîrokî ye”.
Hevdem “Receb Teyîb Erdoxan”,ê serkomarê Tirkiyê li roja Çarşemî ragiahnd ku Tirkiye rê bi ti hewlekê nade ku proseya çekkirina PKK ê têk here. Herwisa navbirî ragihand ku ew proseya li kintirîn demê de bi dawî tê.
Li 22ê Banemetra 1404 a Rojî, (PKK)ê encama biryarên 12emîn Kongireya xwe ragihand ku PKK bi fermî xwe hildiveşîne û çekên xwe datîne û dawî bi şerê çekdarî digel Tirkiyê tîne.
Gorî mediyayên PKKê biryare sibê roja Înê komek çekdarên PKK ê li merasimekê de û li ber çavê mediayan li devera Raperîn a Başûrê Kurdistanê çekên xwe jinav bibin.