
Nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst, nivêseke bi gef belav kiriye û tevî îşare bi binçavkirinên vê dawiyê yên piştî şerê 12 rojeye Îsraîl û rêjîma Îranê, daxwaza dubarebûna bidarvekirinên bi kom ên wekî Havîna sala 1367 a Rojî kiriye.
Li vê bûyer û karesata dîrokî de di sala 1367 ê de hezarn girtiyên siyasî li girtîgehên rêjîmê de bê dadgehîkirinek dadperwerane, bi nihênî hatine bidarvekirin û li gorên bi kom de hatine veşartin.
Vê nûçegihaniyê bi zimanekî dije mirovî nivîsandiye: “li rewşa niha de dema hinek bi kirêgirtiyên bi piştevaniya Îsraîl û saziyên sîxurîkirin ên Rojavayî bi dijî Îranê dixebitin, hêjayê hemen sizayê ne ku, li sala 67ê de hate birêvebirin”.
Nûçegiahniya Fars herwisa wan bidarvekirinên bi kom bi “ceribandina serketî” binav dike û tekezî dike ku “îro raya giştî ya civakê, hemen reftarê bi hewce dibîne”.
Ev helwêstgirtin li halekê de ye ku hevdem digel şerê dawî yê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê, dehan çalakvanên siyasî, medenî û rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin û ti zanyariyek li derheq qedera piraniya wan li ber dest nîne.