Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dorpêçên nû xistine ser rêjîma Îranê

11:18 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku 22 navend û şirket, bi sedema hevkarî digel tora malî ya spaha quds a spaha pasdaran a terorîst xistine nava lîstê dorpêçan.

“Skat Bêsênt” ê Wezîrê  Xezînedariya Amerîka li roja Çarşemî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 22 navend û şirket ku beşek ji tora veşartî ya malî ya hevkarê tora malî ya spaha quds in, xistine nava lîstê dorpêçan.

Herwisa navbirî ragihandiye ku vê tora malî bi alîkariya şirketên sexte û hisabên biyanî, sedan milyon Dolar, ji dirafê nefta Îranê bo spaha quds û piştevanîkirin li girûpên çekdar, veguhastine

Skat Bêsênt bi tekezî ragihand ku rêjîma Îranê, dahata neftê di cihê geşedan bo navxweyê Îranê , bo bernameya navkî û piştevanîkirin li milîsan bi kar tîne.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku ew 22 navend û şirket li welatên “Hong Kong, Îmarat û Tirkiyê de ne.