
Ciwanekî temen 27 salî xelkê bajarê Dîwanderê, bi awayekî hovane ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate girtin û hêzên rêjîmê li dema binçavkirina wî de teqe kirine.
Roja Çarşewmî 18ê Pûşperê “Saman Xalidiyan” ê temen 27 salî xelkê gundê Nisare”yê ser bi bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Dîwanderê, hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin, pêka raporên belavbûyî hêzên rêjîmê li dema binçavkirina wî ciwanê Kurd de û bo dûrxistina xelkê gund ji xwe, teqeya esmanî kirine.
Wan hêzên hov, bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane ev ciwanê kurd binçav kirine û xelkê gundê Nisarê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember binçavkirina neyasayî ya wî ciwanê Kurd li dora wan hêzan kombûne lê hêzên rêjîmê teqeya esmanî kirine.
Heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî ciwanê Kurd û cihê ragirtina wî nehatiye zanîn.