Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên ser rêjîma Îranê ku alîkariya Ajansê bike zêdetir dibin

11:50 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2025

3 welatên Ewropayî daxwaz ji rêjîma Îranê kirin ku bi lez alîkariya Ajansê bike, hekî ne egera hindê heye carek din êrîş bo ser Îranê û bernama navikiye wê bête kirin.

Firanse, Alman û Birîtaniya li daxuyaniyekî hevpar de daxwaz li rêjîma Îranê kirin ku bi lez digel Ajansê alîkariyê bike û xwe dûr bigre ji heçî gotin û kiryarekê ku alozî jê bikeve.

Di daxuyaniya wan 3 welatên bi hêz û xwedî bandore Ewropayê de, tevî nîşandana nîgeraniya ji alîkarî nekirina rêjîma Îranê digel Ajansê, tekezî hatiye kirin divê rêjîm pêbendê sozên xwe be û ewlehiya karmendên Ajansê li Îranê de biparêze û rê bide ku serdana binkên navikî bikin, hekî ne gelek nakêşe ku carek din rêjîma Îranê bikeve ber êrîşa girantir ji ya pêşde.

Serkomarê Amerîka dibêje ez êdî çi tiştekê digel rêjîma Îranê bas nakim û eger xwast û mercên me qebûl neke, dê bikeve ber êrîşê.

Li Kongire û Sinaya Amerîka de dengê piştevanî û haydana dewleta Tiramp bo êrîşa ser rêjîma Îranê gelek bi hêze û li dengdanê kê de destê Tiramp wekirî hêlane bo her cure kiryarekê bi dijî rêjîma Îranê.