Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo li rêbaza xwe de zindî ye

12:29 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2025

Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 36emîn salvegera terorkirin a “Dr. Qasimlo”

Xelkê mafxwazê Kurdistanê!

Rêvîngên rêbaza “Dr. Qasimlo”!

 

22ê Pûşperê, 36 sal bi ser terorkirina rêberê navdarê Kurd û Sekreterê vê demê yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên vî li bajarê Viyenê, derbas dibe.

“Dr. Qasimlo” ku li vê rojê de digel Ebdulla Qadirîazer, endamê Komîteya Navendiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Dr. Fazil Resûl, kesayetiyê xelkê Başûrê Kurdistanê û dostê Hizba Dêmokrat, bi armanca çareserkirina pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê digel şanda komara îslamiya Îranê çone ser masê danûstandinê, ji aliyê desteya binav danûstankarê komara îslamî ve kevtine ber desrêjiya gulleyaê û her li wir canê paqijê xwe fidayê doza rizgariya gelê xwe kirin.

Terorkirina Dr. Qasimlo, yek ji bîranînên tal û ji wan karesatane ye ku bi ser tevgera Kurd û Hizba Dêmokratê de hatiye û komara îslamiya Îranê jî bi nasînek ku ji kesayetiya bilind a siyasiya Dr. Qasimlo û rola wî li meydana siyasiya Îranê û tevgera Kurdistanê de hebû, wa hesibandibûn ku bi terorkirina wî rêberê zana, tevgera Kurdistanê dê rastî şikestek mezin û Hizba Dêmokrat jî li meydana xebatê de bêhêz bikin. Tevî ku mixabin ew li terorkirina Dr. Qasimlo de bi ser kevtin lê nekarîn bigihîjin armancên xwe ku armanca vê terorkirinê bû, çimkî kar û hizra Dr. Qasimli bi curek li nav Hizba Dêmokrat de rehên vê belav bûye ku piştî vê karesatê jî Hizba Qasimlo karî qahîm li meydana xebatê de bimîne û îro tê dîtin ku Hizba Dêmokra a Kurdistaana Îranê, Karlêkertirîn û xwedî bandortirîn Hizba Kurdistanê ye ‘û li hemû hilkeftên netewî yên Rojhilatê Kurdistanê de bi hezaran keç û kurên Kurd, bi hev re û bi dengê bilind, dirûşma “Qasimlo Qasimlo rêbaza te berdewam e” didin. Niha li hemû demekê zêdetir ew hizra netewî û miroviyên ku Dr. Qasimlo li pêxemê de hate terorkirin, li rewşa geşekirinê de ye û Kurdiostan li asteke bilind a hişyariya netewî de ye û roj bi roj, berfirehtir dibe. Ji aliyê din ve, îro hemû bi çavên xwe dibînin ku rêjîma terorîstperwer a komara îslamiya Îranê ji her demekê zêdetir li asta navxweyî û navnetewî de rezîl bûye û guloka herifîna vê ketiya pênişîviyê, ewane hemî jî vê rastiyê bo me diselimînin ku herwek li berê de hatiye gotin Qasimlo di rêbaza xwe de zindiye.

 

Welatiyên têkoşer, hevalên rêzdar!

Bi gotina rêberê me yê mezin “Dr. Qasimlo”, “ baştirîn padaş bo şehîdan, berdewamkirina riya xebata wan e”, lewma li vê rojê de û li salvegera Şehîdên Viyenê de, em hemî pevre digel rihê paqijê Dr Qasimlo û Ebdula Qadirîazer û Dr. Fazil Resûl û hemû Şehîdên Kurdistanê, soza xwe nû dikin ku heta dawiyê, berdewamkerê doza xebata wan bin.

Hezaran silav li rihê Dr. Qasimlo û hemû Şehîdên Kurdistanê

Bi hêviya gihîştina hindî zû bi xwezî û armancên wan

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

12ê Tîrmeh a 2025 a Zayînî