
Li yekeye Pamçal li taxa Cîtger a bajarê Têhranê de teqînek qewimî û Elî Taêb ê nûnerê Xamineyî li biryargeha Sarellah û şêwirkarê spaha pasdaran a terorîst li vê teqîmê de hate kuştin.
Li roja Înê 20ê Pûşperê, teqînek li yekeya niştecîbûna Pamçal li şehreka Çîtger a bajarê Têhranê de qewimî û li vê teqînê de berpirsekî rêjîmê yê bi navê Elî Taêb ê nûnerê Xamineyî li biryargeha Sarellah û şêwirkarê spaha pasdaran a terorîst, li vê teqîmê de hate kuştin.
Pêka raporên belavbûyî, Elî Taêb, birayê berpirsê berê yê îtilaat a spaha pasdaran a terorsîst e û li qata 14 a yeke Çîtger de hatiye kuştin.
Rêjîma Îranê wekî her carê ew teqîn jî bi teqîna gazê ve girêdabû, lê li vê dawiyê de eşkere bûye ku wan bînayan de sîstema gazê nebûye û îdiaya rêjîmê bi çewt derketiye.
Herwisa hatiye eşkerekin ku zêdetir ji %70 a vê bînayê betal bûye û xelk têde niştecî nebûye û ew bîna ya dezgeha ewlehî ya hêzên çekdar ên rêjîmê bûye.