Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “PSK” li derheq salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo

14:06 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2025

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê “PSK” li derheq salvegera Şehîdkirina Dr. Qasimlo Peyamek belav kir

Deq peyamê wiha ye:

Dr. Qasimlo Nemir E

36 sal berê niha, di 13 Tirmehê sala 1989an da, li bajarê Viyanayê paytextê Otrîşê, rêberekî zana û tekoşerê Kurd, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) Dr. Qasimlo ligel hevalên xwe, li ser maseyê gotubejê, bi destê rejîma xwînxwar a Cumhuriyeta İslamî ya Îranê ve hat şehîd kirinê.

Armanca axundên kevnepererest ji şehîd kirina Dr. Qasimlo, pêşîgirtin li xebata azadiya Rojhilatê Kurdistan û tekoşina HDK-Î bû, va dizanî, ku paş şehîd kirina Qasimlo bizava neteweyî têkdiçe û berbelav dibe.

Lê belê axundan jî wekî şahên xwînmijên Îranê, ku dixwastin, bi şehîd kirina rêberên Kurd pêşiya xebata azadiya gelê Kurd bigrin, negihiştin armanca xwe. Xebata berdewam a rêvingên rêbaza Pêşava û hevsenger û şagirdên Dr. Qasimlo, xewn û xeyalên rejima cumhuriyeta Îslamî pûç kir.

Dîrok şahîdê vê yêkê ye, ku kadr û peşmerge û rêvebirên HDK-Î çepera şehîdan vala nehiştin û alayê xebat û berxwedanê bilind ragirtin.

Şehîd Dr. Qasimlo, her wisa mamostayê xebata demokrasî û diplomasiyê bû. Di rewşa siyasiya nu a Rojhilata Navîn da, em pirtir hewcedarê rêhnamayiyên Şehîd Dr. Qasimlo ne di vê warê da.

Piştî êrişên Îsraîl bo ser Îranê, rejîma Îslamiya Îranê lawaz bûye û ber bi têkçûnê ve diçe.

Em piştrast in, ku neviyên Pêşava, Qasimlo û Şerefkendî, li jêr ronahiya rênimûniyên Şehîd Dr. Qasimlo xebata xwe bi hêztir dikin, per û baskên rejima axundan li Rojhilatê Kurdistana dişkênin û welatê xwe azad dikin û bi vî awayî tola Dr. Qasimlo û hemu şehîdên rêka azadiyê ji rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê vedikin.

Em carekî dinê li hember Dr. Qasimlo û hemu şehîdên Kurdistanê, ku bi xwîna xwe ve dara azadiyê şîntir kirine, bejna xw ditewînin.

Ruhê Dr. Qasimlo û hevalên wî şad û rêbaza wan berdewam be.

21ê Pûşpera 1404 a rojî

12ê Tîrm a 2025

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê