
Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Di parek ji peyama Partiya Welatparêzên Kurdistanê de hatiye: Dr. Ebdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê terorîstên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.
Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.
Dr. Ebdurahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne tenê ji kîsê PDKÎyê çû, belku ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.
Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Ebdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.
Dr. Ebdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.
Di 36emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.