Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 22ê Pûşperê bi awayekî berfireh bi rê ve diçin

10:48 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2025

Tevî rewşa ewlehî li beşeke zêde ji gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, endamên têkoşer û alîgirên biwêr ên Hizba Dêmokrat bi awayekî berfireh, çalakiyên teblîxî yên taybet bi 22ê Pûşperê, salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, bi rê ve dibin.

Beşek ji gund û bajarên ku li wan de çalakiyên berfireh bi rê ve çone ev in:

Li bajarê Mihabadê, alayeke mezin a Kurdistanê li gundê “Genedar”ê de hate bilindkirin û li gundên “Befrewan, Qulesen,Gabazele, Cehtabad û Qizqela”yê û herwisa bajaroka Guyktepe de çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çone.

Li bjarê Şinoyê de li gundê Sînganê de bi awayekî berfireh, wêne, trakt û postrên taybet bi 22ê Pûşperê hatine belavkirin.

Herwisa li bajarê Bokanê li gundên “Guykgçelî, Alîkend û Konepêst”ê de çalakî bi rê ve çon û gora Şehîd “Mihemed Çemenî” li gundê “Birayîmabad”ê de bi alaya Kurdistan û wêneyên Dr. Qasimlo hatin xemilandin.

Li bajarê Seqizê de li taxên “Hemalawa, Qereçiyawa, Tazawa û Qewx”ê de jî çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Li bajarê Merîwanê li çarêyana “Şebreng û Bayewe” û kolanên “kelanteriya 11, agahî, parka milet û stadiyomê” de calakî bi rê ve çone.

Endam û alîgirên têkoer û biwêr ên Hizba Dêmokrat, tevî lidarxistina wan çalakiyan, soza xwe digel rêbaza Şehîdan dubare kirin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî ragihandin.