
Du teqîn li firokexaneya Kerkûk û teqînek li taxeke bajarê Kerkûkê qewimîn û herwisa palavtingeha Bêcî bû armanca dironan.
Şeva derbasbûyî li demjimêrên nîve şevê, firokexaneya Kerkûkê bû armanca 2 katyûşayan û herwisa katyûşayek bi Xaniyekê li taxa Erûbe de kevtiye, pêka dawî raporên belavbûyî, kesek bi sivîkî birîndar bûye.
Ragihandinên fermî ragihandine ku ew katyûşa li derveyî parêzgeha Kerkûkê hatine avêtin û ti xisarek bi firokexanya Kerkûkê nekevtiye û karê vê berdewam e.
Ji aliyê din ve palavtingeha Bêcî li parêzgeha Selahedîn bûye armanca dironan, li vê derheqê de dezgehên ewlehî yên Îraqê ragihandine ku dironek berî gihîştin bi vê palavtingehê, ji aliyê sîstema berveaniya esmanî ve hatiye jinavbirin û ti xisarek bi vê palavtingehê nekevtiye.
Heta niha ti alî an taqimekê ew êrîş nekêşane stuyê xwe.