
Piştînîvroya roja 21ê Pûşperê li Melbenda 1 a Kurdistanê bi beşdariya kadr û Pêşmerge û malbatên wan, simînarek li derheq 22 yê Pûşperê û bilind ragirtina yadê şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî yên şehîd, bo rêzdar Mistefa Mewlûdî Cihgirê Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat hate lidarxistin.
Li destpêkê de Mihemed Baldar weke pêşkêşkarê simînarê ji aliyê Navenda Perwerde û Melbenda 1 bixêrhatina beşdarbûyîyan kir.
Piştre kak Mistefa Mewlûdî li 2 mijaran de basek pêşkêş kir, li serî de basê çawaniya bihîstina xebera tehl a şehîdbûna Dr. Qasimlo û wêrekî û xweragiriya hêza Pêşmerge û berdewamkirina rêka xebata şehîdan kir, beşa duyê de rêzdar Mewlûdî basê zindîmana rêbaza Qasimlo û rastî û dirustiya siyaseta Hizba Dêmokrat ku li bin ronahiya darêştin û danerê xîmê vê siyasetê ji aliyê Şehî Dr. Qasimlo wek rêberekî karîzmatîk kir.
Li dawiyê de parek ji beşdarên simînarê ra û boçon û pirsyarên xwe li derheq behsa kak Mistefa anîne ber bas ku, rêzdar Mewlûdî bersiva pirsyarên wan da.