
Roja Yekşemî 22ê Pûşperê, Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyenê, bi beşdariya sedan kes ji endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li bajarê Lendenê de rêûresmeke bi şan bo rêzgirtin ji yada Şehîdên Viyenê hate lidarxistin.
Rûresm bi sirûda netewiya Ey Reqîb û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan bi pêşkêşkariya xatûn Mîna Siware, dest pêkir û peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat ji aliyê Kêywan Şêrzad, berpirsê beşa Teşkîlat a Komîteya Hizbê li Birîtaniya bi zamnê Farsî û ya bi zimanê Kurdî ji aliyê Dr. Kawe Muderisî ve hatine pêşkêşkirin.
Li beşeke vê rûresmê de girûpa sirûd a Hizbê, Sirûda Ey Şehîdan strand û rêpîwan rû bi balyozxaneya Otrîş li bajarê Lendenê dest pêkir û li ber deriyê vê balyozxanê jî, Simayîl Resûlî, gotarek bi zimanê Ingilîsî û Metîn Mensûrî gotarek bi zimanê Farsî, pêşkêş kirin.