
Li roja Yekşemî 22ê Pûşperê, rêûresmeke taybet bo rêzgirtin ji Şehîdên Viyenê li bajarê “Rode” li Norwêjê bi beşdariya hejmareke berçav ji endam û dostên Hizba Dêmokrat û nûnerên hejmarek ji Hizb û rêkxiravên Kurdistanî û Komîteya Giştî ya Hizbê li Norwêj û komîteya Hizbê li devera “Ostfold”ê bi rê ve ço.
Rêûresmê bi sirûda Ey Reqîb û bîstek bêdengê bo rêzgirtin ji canê Şehîdan û xêrhatinkirin li beşdarbûyan dest pêkir.
Li vê rêûresmê de Îdrîs Hemzeyî, endamê Komîteya Hizbê li Norwêjê, gotarek li derheq kar û xebata Dr. qasimlo pêşkêş kir.
Herwisa li rêûresê de îşare bi navê wan hêz û aliyan ku peyama hevxemî û destiyên Gulan şandibûn hate kirin û hawrê “Qadir Ezîzbêygî”, peyama rêkxiravên Komeleya Kultûriya Giştî ya Kurd li Norwêj, Yekîtiya Jinan û Ciwanan li Rojhilatê Kûrdistanê pêşkêş kir
Dr. Xusro Behramî gotarek li ser jiyan û xebata Dr. Qasimlo pêşkêş kir
ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat li Norwêjî, rêz ji “Kerîm Elîpûr, Hesen Kanîseyranî, Mihemed Reşîdî û Solêyman Ehmednijad” ku bi salan parêzvanê Dr. Qasimlo bûn hate girtin.