Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê Fermandeyî din ê spaha pasdaran a terorîst ku hatiye kuştin eşeker bû

11:53 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2025

Nûçegihaniya Tesnîm a ser bi spaha pasdaran a terorîst, bi belavkirina raporekê îdia kir ku Xulamhusên Xêybpûr, fermandeyî berê yê spaha îmam Elî û stada besîc bi sedema paşhatên kîmiyayî miriye, ew li halekê de ye ku ew fermandeyê spaha pasdaran a teroîst ku pileya serdarî ya rêjîmê hebû, li wan êrîşan de hatiye kuştin.

Ew terorsîtê rêjîmê, pêştir fermandehiya spaha ewlehî ya îmam Elî û herwisa fermandeyê stada besîcên rêjîmê bûye û li serhildana “Jîna”yê de daxwaz tundtirkirina herî zêde tepesrkirin a neraziyan kiribû.

Ew terorîstê rêjîmê li wan êrîşan de hate kuştin lê rêjîm îdia dike ku bi sedema paşhatên kîmiyayî yên berê ew miriye.