
Li berdewamiya binçavkirinên xoserane û bê belgeya yasayî ya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê, 4 welatiyên din jî hatine binçavkirin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Duşemî 23ê Pûşperê, dehan kes ji hêzên hov ên îtilaat rêjîmê, bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane, êrîş kirine ser mala 4 welatiyan ên bi navên “Diyar Ehmedî, Elî Ehmedî, Eyûb Ehmedî û Abid Ehmedî” yên xelkê gundê “Arenan”ê ser bi bajarê Sinê û ew binaçv kirin û bo girtîngeheke îtilaaat rêjîmê li bajarê Sinê, veguhastin.
Heta belavbûna vê raporê, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan nehatiye zanîn.