Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bûdceya serbaziya xwe %76 zêde kir

12:07 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li halekê de kirîza aborî li Îranê de gihîştiye asteke herî dijwar, rêjîmê bi cihê dabînkirina hewcehiyên xelkê Îranê ku li pirsgirêkên aborî de rû bi nuqumbûnê ve diçin, bûdceeya serbazî zêde dike.

Tevî dujwawartirbûna kirîzên aborî, xweşbijîwî, ewlehiya malî û canî û pengurîna pirsgirên çaresernekirî li Îranê, berdevkê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya melîsa rêjîmê daye zanîn ku tevahiya reşnivîsa bûdceya bihêzkirin a hêzên çekdar li hember Îsraîlê, li mecîlsê de hatiye erêkirin.

Berdevkê vê komîsiyona meclîsa rêjîmê daye zanîn ku bûdceya sala 1404 bo hêzên çekdar, biryargeha Xatemuîenbiya û wezareta îtilaat, bi gelmper 865 hezar milyard Tumen e ku %76 zêdetir ji bûdceya sala 1403 a Rojî ye.

Ev bûdceya, ku  beşa herî zêde ya vê bi spaha pasdaran tê dan, dahata firotin û talankirina kangeh, neft û gaz û ticareta spaha pasdaran a trorîst li navxwe û derveyî Îranê li xwe nagire û ku dahatek nerohn û gelek zêde ya bi milyardan Dolar, heye.