Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebûna av û berqê, xelk bêzar kiriye

10:43 - 3 Tebax 2025

Li halekê de ava bajaroka Kanîsor bo deverên din tê veguhastin, li 24 demjimêran de bi tenê 20 xulekan av hebûne û li bajarê Banê û Bûyîn a xwarê de ku çavkaniya avê ne, heta 16 demjimêran ava wan tê qutkirin.

Piraniya ava Rojhilatê Kurdistanê, bo deverên din tê veguhastin û xelkê xwecihî ji avê hatiye bêparkirin.

Herwisa li bajarê Têhranê de jî pêka bernameya ragihandî ya rêjîmê li vê heftiyê de 4 caran qutkirina berqê bi awayekî berfireh dê hebe.

Herwisa pêka rapora Halveşê jî qutbûna berfireh a berqê li bajarê Zahidanê de heye û bi taybet li taxa Şîrabadê de rastî pirsgirêkên tarîtiyê hatine.

Berpirsên rêjîmê ti bersivekê li vê derheqê de nadne xelkê.