
Hevpeywîn digel rêzdar Elî Şemdîn Endamê Deftera Siyasî (PDPKS) û Nûnerê wê Partiyê li Herêma Kurdistana Îraqê, bi hilkefta 80 saliya damezrandina PDKÎ
Hevpeywîn: Jêhat
Pirsyar 1 - Hûn li parçeyên dinê yên kurdistanê çawa li siyaseta giştî ya (PDKÎ), dinêrin?
Bersiv - Di destpêkê de, bi boneya (80)’mîn salvegera damezirandina Partiya Demoqrata Kurdistanî Îran (PDKÎ), em bi navê Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya (PDPKS), we Pîroz dikin. Birastî (PDKÎ), partiyeke diyar û naskiriye di nav parçeyên kurdistanê yên dinê de ji ber gelek hokaran, yekem: Ev partî kevintirîn partiya kurdiye ku di (1945)’de hatiye damezirandin, diwem: Ev partî damezrênerê komara kurdistan bû ku li Mihabad hatibû ragihandin di sala (1946)’de, û siyem hokar jî ewe ku: Sê rêberên karêzmî û bi nav û deng mîna (pêşewa Qazî Mihemed, Ebdul Rehman Qasimlo û Sadiq Şerefkendî), yek li dûv yek serokatiya vê partiyê kirine, û ew li seranserê kurdistanê bi tevayî naskirîne, ev ji bilî ku vê partiyê xebat û têkoşîna xwe bê rawestan berdewam kiriye di seranserê (80) salî de, û bi hezaran pêşmerge û kadirên wê yên qehreman û mêrxas li ser riya xebatê hatine şehîd kirin û bibê dûdilî canê xwe bexşîne û xwîna xwe rijandine ji bo rizgarkirina milet kurd û bidestxistina mafê wî yên netewî, û vaye îro jî bi hezaran kadirên pêşketî û pêşmergên qehreman bi serokatiya berêz (Mustefa Hicrî), xebata xwe di nav refên vê partiyê de berdewam dikin li dijî zulim û zordariya rêjîma Tehran ya kevneperest û qirêj.
Pirsyar 2 - Siyaseta (PDKÎ), di derbara xebata kurd li perçên dinê yên kurdistanê çawaye?
Bersiv - Bi rastî partiya (PDKÎ), pêwendiyeke berfireh heye li gel tevgera siyasî ya kurdî û kurdistanî bi giştî, nexasim li gel partî û aliyên kurdistanî yên ku nûneratiya wan li Herêma Kurdistanê heye, û bi taybet li gel partiya me (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), ku pêwendiyeke diqolî ya mêjoyî û baş heye di navbera herdû partiyên me yên bira de (PDPKS, PDKÎ), û ji bîst salan ve ez bi xwe jî pêwendiyeke min ya kûr heye li gel partiya (PDKÎ), û ez ji nêzîk ve şahidim ku vê partya têkoşer bi germî piştgîriya xebata tevgera kurdî li hemî parçeyên kurdistanê kiriye û dike, bê ku destê xwe dirêjî nav karûbarê navxweyî yê wan parçeyan bike, û her û her wê rêz li taybetmendiyên parçeyên dinê girtiye û digire, û ev jî ciyê dilxweşiya me ye..
3 - Pêywendiya (PDKÎ) û partiyên siyasî li perçeyên dinê yê kurdistanê çawa ne?
Bersiv - Weke ku me di pêşiyê de jî got, pêwendiyên (PDKÎ) li gel partiyên siyasî li perçeyên dinê yên kurdistanê pêwendiyên birayetîne, û ew pêwendî di çarçeweyê rêzgirtin li taybetmendiyên her parçeyekî de ne, û (PDKÎ) her û her piştgîriya xebata tevgera siyasî ya kurdî li parçeyên dinê kurdistan kiriye û dike, û ev helwista rast û dirust ya (PDKÎ), bûye ciyê rêzgirtinê li cem aliyên kurdistanî.
4 - Pirsa netewî û bandora (PDKÎ) li ser xebata perçeyên dinê yê kurdistanê di çi astî de ye?
Bersiv - Ne veşartiye ku sînorên (Saykis- Pîko), kurd li herçar parçeyên kurdistan ji hev cuda kirine û durxistine, lê belê hestê netewî di nav miletê kurd de hêşta xurt û bi hêze, û kurd xwe weke yek laşî di nasê, û her beşek jî bandora wî li ser beşeî dinê heye, û di vê çarçewê de (PDKÎ) weke partiyeke kevnar ku (80) sal ji temenê xwe di xebat û têkoşanê de derbas kiriye, û xwedî ezmûneke dîrokî zengîne, û serpereştiye xebata miletê kurd dike li kurdistana îran, bê goman ev xebata pîroz bandoreke erênî bi hêz û karîger dide ser hest û moralê miletê kurd li parçeyên din, û ev bandor erênî gelekî eşkere û diyar bû di vê qonaxa dwî de ku miletê kurd li kurdistana sûriya têre derbas dibû, ji kuştin û wêrankirin û penaberiyê.
5 - Pêywendiyên dîplomasî yên (PDKÎ), li gel desthilatên wan welatan ku kurdistan bi ser de hatiye parvekirin, çi ziyan û zerer gihandine doza kurd di wan perçeyan de?
Bersiv - Neveşartiye, ku pêywendiyên dîplomasî yên (PDKÎ), li gel desthilata wan welatên ku kurdistan bi ser wan de hatiye parvekirin, bi şêweyekî serekî girêdayî bû bi sînorên hevbeş dinavbera wan welatan de, lewma bi hokarê sînorên hevbeş yên dirêj di navbera Îran û Îraq de, bêtir bandora îraqê li ser tevgera kurdî li kurdistana Îran hebû, nexasim li ser (PDKÎ), lê bi rastî weke ku agahdarim gelekî bi şarezayî ew pêwendî hatine birêve birin, nexasim di serdema şehîd Qasimlo de ku bi hemahengî li gel bi rehmet bê Mam Celal ew pêwendî dihatin bi rêve birin û bi kêmtirîn zerer û ziyan, lê ew pêwendî li gel Sûriya bi yek carî tunebû, û li gel Turkiya jî di astekî gelekî kêm de bû..
6 - Ezmûna hevxebatiya we li gel (PDKÎ), çawa basdikin?
Bersiv - Weke em agahdarin, pêwendiyên dinavbera herdû partiyên me yên bira de, (PDPKS, PDKÎ), vedigere salên heftêyî ji sedsala bîstan, ku wê çaxê her yek ji (YNK, PDKÎ, PDPKS û PSK), û bi çavdêriya herdû partiyên komonîst yên (Îraq, û Sûriya), komîteyek hevbeş hatibû damezirandin ji bo li darxistina kongireyekî kurdistanî, bi tevkariya (Mam Celal, Dr. Qasimlo, Kemal Burqayê û Hemîd Derwîş), û bi amadebûna (Kerîm Ehmed, û Remo Şêxo Ferhe), û vê komîteyê gavên berfireh berbipêşde avêtin lê mixabin piştî destpêka şerê (Îraq, û Îran), ew kar sekinî û bisernekeft. û her ji wê demê de pêwendiyên biratî di navbera herdû partiyên me (PDPKS, PDKÎ)’de, destpêkir û berdewam û xurtir bû ta roja îro, û yê min bi xwe jî ku ji sala (2007)’ve, ez hatim Herêma Kurdistana Îraqê wek nûnerê partiya xwe, pêwendiyeke gerim û berdewam hebû û hêşta jî heye li gel rêberatiya (PDKÎ), û li gel nûneratiya vê partiya bira li (Silêmanî, û Hewlêr), herwiha hemahengiyeke gelekî bi hêz di warê siyasî de heye di navbera nûneratiya herdû partiyên bira de, û di rewşa siyasî ya kurdistanî de helwestên herdû partiyan bi giştî gelekî nêzîkî hevin ..Di vê bîranîna (80) saliya damezirandina (Partiya Demoqrata Kurdistanî Îran)’de, em bi xurtî hêvî dikin ku ev pêwendî wê kûrtir û bi hêztir û xurtir bibin di xizmetê miletê kurd û pirsa wî ya rewa de..
Silêmanî, Tebaxa 2025 an a Zayînî