
Pêka dawî raporên belavbûyî 4 piledar û serbazekî hêza tepeserker a întizamî ya rêjîmê li bajarê Îranşehrê de hatine kuştin û hêzên Ceyşuledilê bi belavkirina daxuyaniyekê kuştina wan hêzên tepûeserker kêşa stuyê xwe û daye zanîn ku wan hêzan li kuştin, girtin û birîndarkirina kasibkarên sersînor ên Belûçistanbê de rol hebûne.
Resedê Belûçistanê nav û pileyên wan hêzên tepeserker belav kiriye.
Pêka raporên belavbûyî hêzên Ceyşuledilê piştî kuştina wan hêzên rêjîmê çek û cebilxaneya wan hêzên hov ên rêjîmê digel xwe birinê û 2 maşînên wan hêzan ku ber gulleyan kevtibûn bi cih hiştine.