
Pêka raporên belavbûyî li Rojhilatê Kurdistanê, gundê “Sarinc”ê li devera Boralan ser bi bajarê Makoyê ku xelkê vê bi tevavî Kurd bûne û li tenîşta çemê Eres e û zêdetir ji 100 malbatan li wir de dijiyan, bi sedema nebûna av, berq, gaz û hewcehiyên din û heta rêyeke bi wec, niha bi tevavî betal bûye û xelkê wî gundî bi sedema çaresernekirina wan pirsgirêkan, êdî şiyana man û jiyan li wî gundî de nebûne û bi neçarî ji gund derkevtine.
Pêka hinek raporan, rêjîma Îranê bi zanebûn, ev gundê Kurdan daye kawilkirin û egera hebûna pîlanên gemar û guherîna demografiya deverê li pişt kawlkirina wî gundî hebe.