
Tevî ku danûstandinên bi rêya telefonê li navbera wezêrê derve yê rêjîmê digel Wezîrên Derve yên Alman û Firansê gihîştiye bombestê, wan welatên Ewropayî huşdarî dane rêjîma Îranê ku dem bo danûstandinên navkî rû bi dawîbûnê ve diçe û gef li rêjîma Îranê xwarine ku li egera negihîştin bi encameke wan danûstandinan, mikanîsma maşê dê bê çalakkirin û dê hemû dorpêçên ragirtî bi ser rêjîma Îranê dê bi rê ve herin.
Herwisa “Hayko Mas”, Wezîrê Derve yê Alman bi rohnî, ragihand ku Alman derfetê nade ku mikanîsma maşê bê lihevkirinek hertimî û cihê ceribandinê, bi dawî bibe.
Troîkaya Ewropayê ji hederdana bizanebûn a demê ji aliyê rêjîma Îranê ve bêzar bûye û rêjîm jî hewlê dide bi awayekê, dema hewce bo berhemanîna çeka navkî bi dest xwe ve bîne.