Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxuyaniyek li ser beşa 41 a goristana Bihiştê Zehra belav kir

11:11 - 24 Tebax 2025

Saziya Lêbihorîna Navnertewî li derheq avakirina parka maşînan li ser gorên bikom ên dijberên rêjîmê yên dehika 60an a Rojî, daxuaniyek belav kir û ragihand ku ev kiryara rêjîma Îranê perdepoşkirin û jinavbirina belgeyên cinayetên rêjîma Îranê li bidarvekirinên bi kom ên dehila 60an e.

Herwisa Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihand ku ev kiryara rêjîmê bîranînek tal a parastîbûna sîstimatîk a berpirsên rêjîmê li encamdana “cinayet li dijî mirovahiyê” ye û gorên bi tenê û yên bi kom, pêwendî bi kuştinên bi kom ên dehika 60an ve hene û dibiya li jêr çavdêriya pisporên pizişkiya dad ve bo parastina belgeyan bihata bikaranîn.

Pêka îtirafkirina fermî ya berpirsên bajarvaniya Têhranê, berpirsên payebilind ên rêjîmê fermana hilveşandina beşa 41 a goristana Bihiştê Zehra dane.

Pêştir jî vê saziyê dabû zanîn ku gora qurbaniyên kuştarên bikom ên dehika 60an ji aliyê rêjîmê ve têne xirabkirin, li ser wan goran bîna, rê û heta cihê çalkirina paşmaweyan hatine avakirin.