
2 roj e ku li bajarê Şîrazê û herwisa şeva derbasbûyî li bajarê Kazirûnê, qutbûna lipeyhev a berqê,nerizayetiya xelkê li pey xwe anî û xelk hate ser şeqaman û dirûşmên dijî tevawiyeta rêjîmê wek bimre dîktator dan.
Pêka dawî raporên belavbûyî, xelkê Şîrazê li ber deriyê parêzgariya rêjîmê li wî bajarî de kom bûne û dirûşm dane û daxwaza tevlîbûna xelkê bi wan kombûn û xwenîşandanên nerizayetiyê kirine.
Qutbûna berqê ku qutbûna avê jî li pey xwe tîne, li dehan bajarên seranserî Îranê de heta 10 demjimêran e, lê li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, qutkirina berqê zêdetir e û tevî xisarên malî yên giran û sekinîna karên ticarî û pîşeyî, bi sedema bilind û nizimbûna voltaja berqê, alavên berqî yên xelkê dişewitin.