Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li çendîn welatan de navendên berhemanîna çek û cebilxaneyan hene

11:29 - 24 Tebax 2025

Wezîrê berevaniya rêjîmê pasdarê terorîst “Ezîz Nesîrzade” li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de îtiraf kir ku li çendîn welatan de jêrxan û kompaniyên berhemanîna çek û cebilxaneyan hene û herwisa îtirafkir ku hem çekan dikirin û hem difroşîn.

Îtirafkirinên wî berpirsê rêjîmê li halekê de ye ku çekên rêjîma Îranê tevî ku kalîteyeke gelek nizim hene, nirxek gelek kêm jî hene û bi tenê bo wan hêz û aliyan dêşîne ku an hevpeymanên rêjîmê ne an milîsên ser bi rêjîmê ne ku ti dirafek li hember wan de vernagire û heta dironên gelek erzan ên Îranî, bê beranber bo Rûsiyê têne şandin an berhemanîn û ew damezrave û şirketên berhemanîna çek û cebilxane bi tenê bi armancên gemar û alozkirina aramiya welatan hatine avakirin.

Li vê derheqê de Wezareta Derve ya Amerîkayê huşdariyek geke micid daye rêjîmê û ragihandiye çendîn dehik in ku rêjîma Îranê dahatên neyasayî û cebilxaneya xwe bo alozkirina deverê bi kar tîne û divê rêjîma Îranê dest ji piştevanîkirin li terorîzmê berde ku Rojhilata Navîn, derfeta aşitiyê bi xwe ve bibîne.