
Pêka dawî raporên belavbûyî, teqînek li beşa helandina pola ya şirketa “Fûladê Ariya” li bajarê Erdestanê li parêzgeha Îsfehanê de qewimiye lê hêj ti amarek ji kuştî an birîndrên vê bûyerê belav nebûye.
Pêka gotina hinek çavkaniyên xwecihî, alavên vê şirketê gelek kevin in û beşke wan rizî bûne û ewlehiya canî ya kedkaran jî nayê berçavgirtin.
Ji aliyê din ve agirpêketineke gelek mezin li şirketeke kîmiyayî ya bi nav “Axî Cehan” li bajarê Azerşehrê ser bi parêzgeha Tewrêzê de qewimiye û çendîn tîmên temirandina agir ji bajarên derdor ve bo temirandîn wî agirê befireh bo cihê bûyerê hatibûne şandin.
Sedema agirpêketin û xisarên malî an canî li vê şirketa kîmiyayî de hêj nehatine zanîn.