
“Binyamîn Netanyaho”, Serokwewzîrê Îsraîl ferman daye ku danûstandin bo azadkirina hemû barimteyên li destê Hemasê û dawîhatina şer, hevdem digel kontrolkirina Xezê bêne kirin.
Ji aliyê din ve “Donald Trump”, ê Serkomarê Amerîkayê ragihandiye ku pêka belgeyên heyî, kêmtir ji 20 barimte bi zindî mane û malbatên barimteyan daxwaza zanyariyan li derheq rewşa wan dikin.
Herwisa “Îsraîl Kats” ê Wezîrê berevaniya îsraîl, biryar daye ku hekî Hemas barimteyan azad neke û çekên xwe nedanê, dê Xezê ji nav bibe.
Tevî ku heta niha Hemasê amareke serast a barimteyên li destê xwe de belav nekirine, lê pêka zanyariyên belavbûyî, hejmareke zêde ji wan barimteyan ji aliyê wan milîsan ve hatine kuştin û rewşa yên zindîmayî jî nexuya ye.