
Dehan kes ji xelkê nerazî li bajarê Şirazê ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve bi awayê xoserane û bi kom hatine binçavkirin û bo girtîgehê hatine veguhastin û malbatên wan li ber deriyê girtîgehê kom bûne û nigeranê rewşa kesên xwe yên binçavkirî ne.
Xelkê bajarê Şîrazê li 2 rojên derbasbûyî de bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember qutbûnên lipeyhev û bê bername ya berq û avê li rûberûyê parêzgariya rêjîmê li wî bajarê de kom bibûn û li dijî rêjîmê dirûşm dabûn.
Av û berqa xelkê Şîrazê pêka gotinên wan zêdetir ji 10 demjimêran qut dibe û tevî sekinîna kar û jiyana rojaneya wan xisarên giran ên aborî bi xelkê kevtine.