Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji tirsê mikanîsma maşê daxwaza danûstandinê kir

11:38 - 24 Tebax 2025

Rêjîma çewtekar a Îranê piştî gefxwarinên Troîkaya Ewropayê û ji tirsê çalakbûna mikanîsma maşê ragihandiye ku amade ye digel Troîkaya Ewropayê danûstandinê bike, ev yeka li halekê de ye ku bi tenê çend roj heta çalakbûna mikanîsma maşê mane.

Rêjîma Îranê bi hederdana dem, bi armnca bidestveanîna dema hewce bo berhemanîna çeka navkî, hemû hewlên xwe dide lê welatên Rojavayî û bi taybet Amerîka û Troîkaya Ewropayê dixwazin rêgîrî ji vê hewla rêjmê bikin û hekî heta çend rojên din, danûstandinên digel rêjîmê negihîje encamek bi wec û cihê ceribandinê, dê mikanîsma maşê çalak bibe û hemû dorpêçên ragirtî bi ser rêjîma Îranê, dê bi rê ve herin.