
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ku piraniya rûpelên vê taybetin bi weşana hejmara 500 an a vê Rojnamê, peyamên pîrozbahiya kesayetiyan û nivîskar û rewşenbîran, û gotarên nivîskar û xebatkaran bi vê hilkeftê hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
“Ji Çiyayê Agîrî ve bo Rojnameya Agirî” Manşêta hejmara 500 an a Agirî ye ku bi avayê vêjeyî hem ev hest û bingeha sembolîk a navê Agirî şirove kiriye û hem bi ilhamvergirtin ji wê pîroziyê ev nav li ser vê Rojnameyê hatiye danîn ku di sala 2003 a Zayînî de bo yekim car ji aliyê PDKÎ ve hate weşandin, Ev Agiriya ku bê rawestan geha hejmara xwe a 500 î. Sergotara li jêr navê “Ji Çiyayê Agîrî ve bo Rojnameya Agirî” ji aliyê Sernivîskar û birêveberê niha ê Rojnameya Agirî Nûredîn Sofîzade ve hatiye nivisîn.
Rûpelên 2 û 3 a Agirî hatine mizetkirin bo deqa daxuyaniya PDKÎ bi hilkefta 80 mîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê.
Rûpela 4 ê de – Daxuyaniya Komîta Navendî a PDKÎ bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat, dikeve ber çavê xwênerên hêja.
Rûpela 5 – Hevpeywîna Agirî digel rêzdar Elî Şemdîn Endamê Deftera Siyasiya Partiya Demokrat a pêşvero a Kurdistana Sûriyê (PDPKS) û Nûnerê wê Partiyê li Herêma Kurdistana Îraqê, bi hilkefta 80 saliya damezrandina PDKÎ.
Rûpela 6 – Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta weşana 500 mîn hejmara “Agirî” û
900 mîn hejmara “Kurdistan” û Herwisa peyam û nêrîna Mihemedsalih Qadirî, Yêkim berpirs û sernivîskarê Rojnameya Agirî, li jêr navê “Peyvên ji bo Agirî” dikeve ber çavê xwênerên berkeftî.
Rûpela 7 ê de – gotara - Agirî 500 hejmar ji bo haydarkirina raya giştî û berxwedanê, ji nivîsa Eskender Ceiferî, Endamê Desteya Agirî, û peyama rêzdar “Têmûrê Xelîl” nivîskar û rewşenbîr û lêkoler Kurd ji Êrevanê bi hilkefta weşana 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî, ku ji bo bo Agirî şandiye, hatine çapkirin.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 ê de Peyamê rêzdar “Mustafa Ozçelîk” Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)- û Peyama rewşenbîr û nivîskarê Kurd rêzdar “Konê Reş”, bi hilkefta weşana 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî.
Rûpela 9 ê de Selîm Zencîrî, endamê Berpirs û Sernivîskarê berê yê Agirî li jêr navê “Heval û hevkarên hêja li ‘’Agirî’’ yê” hest û peyama xwe bi boneya derçona 500 mîn hejmara Rojnameya Agirî nivîsandiye. Herwisa li heman rûpelê de Şehab Xalidî, Berpirs û sernivîskarê
berê yê Rojnameya Agirî, li jêr navê “Agirî sembola xwendin û berxwedanê” nêrîn û peyama xwe nivîsandiye.
Rûpela 10 – gotara - 500 gavên ber bi ronahiyê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî bi hilkefta 500 mîn hejmara Agirî.
Rûpela 11- Agirî, Pirek di navbera siyaset û civakê de Bi hêcete weşandina 500 hejmara ”Agirî” gotareke ji nivîsa Serbest Urmiye Endamê Desteya Agirî, û herwisa gotara “Bi boneya 500 mîn hejmara rojnameya Agirî” ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 500 a Rojnama Agirî, postêreke li jêr navê “500 Gavên Ber bi Ronahiyê” ku bi hilkefta 500 mîn hejmara Agirî ye ku “Spasnameya Rojnameya Agirî” jî li ser heman postêrê rû bi hemî xebatkar û nivîskar û hevkarên Rojnameya Agirî her li destpêkê heya hejmara 500 an a vê Rojnamê xûya diket.
Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî Endamê Desteya amadekar a Rojnameya Agirî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û îro giha heja 500 an.
Li dawiyê de Agirî spas û pêzanîna xwe carekî din pêşkêşî hemî wan kesane diket ku ked û îza kêşane ku Agirî hebe û civantirîn pîrozbahiyên germe xwe pêşkêşî hemî evîndarên çand û vêje û zimanê netewî yê Kurdî ne û hogir û şopênerên karê rewşenbîrî û rojnamevanî ne dike û hivîdare ku Agirî li pêxema xizmet bi gelê Kurd li havêtina gavên bêhtir û baştir de berdewam be.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.