
Pêka raporên ku li raginadinên ser bi rêjîma Îranê de belav bûne, rêjîma Îranê li roja Sêşemî 4ê Xermanan a 1404 a Rojî, dê danûstandinên navkî digel Troîkaya Ewropayê li bajarê Jinêvê de dê dest pê bike.
Troîkaya Ewropa anku “Alman Firance û Birîtaniya” li rojên derbasbûyî de bi micidî hûşdarî dabûne rêjîma Îranê ku dem bo danûstandinên navkî bi dawî dibe.
“Mecîd Textêrewançî” dê ji aliyê rêjîma Îranê ve li wan danûstandinan de beşdar be û digel Cihgirên Wezîrên Derve yên “Alman, Firanse û Birîtaniya”yê danûstandinê bike.
Tevî ku rêjîm îdia dike bi armanca çareserkirina pirsgirêkên navkî û mijara dorpêçan li vê danûstandinê de beşdarî dike, lê armanca rêjîma Îranê demdirêjkirina wan danûstandinan û herwisa xwederbaskirin ji çalakbûna mikanîsma maşê ye.
Li egera nebûna encama bi wec û cihê ceribandina rastiyan, heta çend rojên din mikanîsma maşê dê çalak bibe.